Projeya Salnameya Kurdî
Hedî Gomayî / 27 Rêbendan 2630
Salname û roja destpêkê sal a kurdî
Dema mirov li tabloya li binê ye bnere dibînin ku her neteweyek
cîhanê di qonaxa serxwebûn an desthilata mutleq an jî bûyerek
girîng a neteweyî de salnameya xwe û destpêka salnameyê li hin
cihan bi bûyera dîrokî ve diyar kirdine. ![]()
Diyarî kirina salên despêk ji bo salnameya kurdî
Sala herî destpêkê ya ku heya niha
di salnameyên kurdî de derketiye, bi gelemperî 700 an 612 b.z
biye. Helbet em herdu destpêka salê be giring u rast dibînin ji
ber ku her du jî di dîroka Mediyên de ku gelek dîroknas gutine
wan eslê kurdên îroyîn, xalên girîng bûne. Lê herî zêde
şîroveyên di nava civate kurd ên herêmên cuda ên kurdistanê de
ew in, wî gotin raste ko koşişên Diyako ya Peşawer di salên
700-î yên berî zayînê de be yekxistina eşîrên belavbûyî yên
kurdan di sîstemeke yekgirtî de karîbû wan di dewleteke bi navê
Medya de bigihîne hev u bi xwe ji sala le sala 708 heya
656 b.z. bû şahê yekem,
Lêbelê, ew heya serdema Hoxiştra III (Kêy Xosrow 633 - 584 b.z.)
hamîn padîşahê Medyayê di bin desthilatdariya Împeratoriya Asûr
de mabûn, di sala 612 berî zayînê de bi alîkariya şah
Nebukadnezarê Babîlê Împeratoriya Asûrî hilweşand û welatê xwe
serbixwe kir. Ji ber vê yekê sala 612 berî zayînê wek destpêka
azadkirina Mady, yekane dewleta kurdî ya yekbûyî di dîrokê de tê
hesibandin.
Salnameya nû ya Kurdî
Ji ber ku Kurd li ser beşekî axa xwe otonom bûne, hîna jî weke
neteweyên din ên vê serzemînê bi biryareke fermî li ser
xwedîkirina salnameya xwe ya neteweyî nefikirîne. Carinan wek
yên ji du sedsalên berê heya îro,
li bajar û bajarokên başûra Kurdistanê tenê bi hewildaneke
takekesî hin salnameyên ne fermî têne weşandin ko Kopî ya
salnameya îranî ye, ji ber vê yekê ez û hevbîrên xwe Hozeya ola
Zerdeştî ya Kurdistanê fikirîn ku divê em kurd jî salnameya xwe
ya netewî hebin. di qonaxên cuda de dimedyaya kurdî de
derketine, lê piraniya wan salnameya tam a îranî
"Koçî" ye ku helbet ji ber sedemên jêrîn bi salnameya mîladî
(Gregorian calendar)*
ya
ku le %80 neteweyên cîhanê pê dişopînin re nagunce. Ji ber vê
yekê di Newroza 2017 ye Gregorian de me li Hozeya olî ya
Kurdstanê li swêd biryar da ku em salnameya "Zerdeştî / Kurdî"
çêbikin û li ser malperên xwe belav kirin. Wek ku me dît, di nav
piraniya kurdperweran pasand bû lewma em baş dibînin ku Encûmena
Şalyarên Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Herêma Kurdistanê
pêşniyara me li ber çavan bigirin u bi aliyak zanistî û teknîkî
yên fermîkirina salnameya kurdî [bi awayê du qalibên ku hûn di
jêrenotê de dibînin an jî formek din ê guncav bi salnameya
Gregori re ku li zor welatan tê pejirandin, di nav gelek miletan
de jî bi salnameyên xwe yên neteweyî têne pejirandin. Piştî
Newroza 3754 Zerdeştî / 2628 Kurd li vê bigire da di Hoze de me
biryar da ku Destpêka her saleka Kurdî (Xakelêwe /
Newroz) bikeve di 21ê mehê Mars ye wan salnameya Gregori ku
fîlozofê îtalî (Alisius Lilius)**
di ber ronahiya salname ye rojê ye Maya yên Amerîkaya Latîn,
salnameyên Fîrewnên Misrî, Asûrî û Sumerî yên Rojhilata Navîn ve
hate pêşniyar kirin û ji hêla Papa Gregori XIII di 24ê Febriuari
1582 de ve pasand kiriye¨u li rojavayê cîhanê hate pejirandin.
Ji ber vê yekê me be pêwîst zanî ku salnameya ku bi salnameya
Gregorire lihev çê bibe. Di vê salnameya ku tê pêşniyarkirin de
hemû rojên pîroz ên miletê me bi hemû salên mîladî re di heman
rojê de ne.
………………………………………………………………………
Binêre
nivîsa
latînî ya wî projeya ku sa,e 1582 li Romayê hatî
arşîvkirin ** - Aloysius Lilius 1519-1576 pizişk, fîlozof û kronometre (Miqatî) Îtalî bû, wê pir navdar bûye be organîzekirina salnameya Gregorian, Harold Jacques Dutka, matematîkzanê Amerîkî, ravekirinek li ser projeya Lilius bi navê Compendium novae rationis restituendi kalendarium, ango di salnameyê de şîroveyeke nû ya li ser salnameyê de. ………………………………………………………………………
Çavkaniya salnameya îranî û perelêl nebûna rojên bone yên pîroz
u cejnên kurdî têda bi salnameya Gregorî re
Di serdema Sultanê Selçûqiyan, Celaleddîn Malikşa de, komek
matematîkzan û stêrnasan biryar dan ku destpêka sala rojê ji bo
salnameya bi navê Celalî diyar bikin. Tenê pîvan tevgera rojê ji
esmanê başûr li ser ekvatorê ber bi beşa bakur ve bû. li gorî
salnameya Celal, ku çavkaniya wê salnameya Babîlonî bû, ku ji
serdema Axamenîsiyan di bin bandora salnameya pharaonî de maye.
ji salnameya mîladî yek an carinan du rojan. Ango salnameya koça
rojê ya Îranê heman salnameya Celalî ye, ku li gorî şiroveya
koma stêrnas Omer Xeyam, sala dest pê dike ku roj ji aliyê
başûrê kembera dinyayê ber bi bakurê ve digihêje xala
derbasbûnê. Lê bi dîtina me ev bi serê xwe bûye sedema her sal
nerêkevteî yê (1 a Xakelêwe) roja yekem a sala kurdî bi roja 21
a maha Mars li sala Gregorî û her wiha nerêkbûna cejn û rojên
pîroz li gorî salnameya mîladî. Binêre jimareya (II) ya
paragrafa jêr: wê salname ku aliyê kes an saziyên nefermî yên li
başûrê Kurdistanê tên weşandin tam ji salnameya Celal Îranê
hatiye girtin ku meclisa Şêwra Îranê di (11 ya Freverdîna 1304
koçî-xorî) ya îranî beranber (31 a adara 1925) an de biryar da
ku li seranserê Îranê bi dema Tehranê were pejirandin.
Binêre serê salê di salnameya rojê ya Îranê de, Newroz ku li
salnameya rojê ya îranî, roja destpêka salê ye, ji salnameya
mîladî di navbera salên tije û salên din kembûê da debin, her
weha hemî Demên girîng û pîroz, wekî ku hûn di wêneyê III
de dibînin [ango, 22 January 1946] ku roja ragihandina Komara
Kurdistanê ye sê sal şûnda dikeveşûnda 21ê January, wekî
betlaneyên din ên girîng ên salê her çar salan carekê Cihê wan
diguherîne.
Tevî ne tesadufî roja ewil a salê, li nîşana V-yê kêlekê
binêrin, Veguheztina sal di şert û mercên normal de, li gor
salnameya Gregorî li her welatê ser gerstêrka me, di saniyeya
yekemên piştî 12 ya nîvê şevê dest pê dike, lê kêliya zivirîna
sala rojê ku li gorî dema Tehranê hatiye danîn, li deverên cûda
yên cîhanê da li demên cûda de dest pê dike.
Ji ber vê yekê pêşniyara me ew e ku roja yekem a sala kurdî ku
Newrozê ye, li her herêm û welatên cîhanê di saniyeya yekem a
piştî nîvê şeva 20ê Adarê ya her sala mîladî de be. Ji ber vê
yekê, salnameya ku me çêkiriye tam bi salnameya Gregorî re ku
sal tê de pêk tê li (365 + 4⁄1 − 100⁄1 + 400⁄1 = 365.2425)
rojên dabeş kirin dabeş kiri li ser 12 mehan da.
Salnameyên kurdî jî wek salnameya rojê ya Celal bi roja Newrozê
(ango 1ê Xakelêwe) dest pê dikin, loma bi dabeşkirina jimareya
jorîn li ser donzdeh mehan, gora vi, proseya ji bo eyarkirina
mehan her wek salnameya rojê ya Celal bi roja Newrozê (1ê
Xakelêwe) dest pê diken, bi parve kirina jimareyan li serê 12
mahan da her maheki dibe 30.43685 rojan, ji ber vê yekê pêvajoya
verastkirina mehên di salnameya me ya pêşniyarkirî heya
puana herî nêzîk Ji ber
wî guncaw be bi salnameya Gregorî,
ji ber wê aliê li sala natemamêda, her yak li mehên 1 heya
6 ji 31 rojan pêk tên
û mehên 7 heya 11 yan 30
rojan dibin û 12 hemî mahan dibe 29 rojan, bi giştî
hejmara rojên wî salê dike 365. Lê her çar salan carekî mehên 1
heya 6an 31 rojan hene u
mehên 7 heya 12an 30 roj
in, ji ber wê koya hejmara roja wî (Sala zexit kirî "leap yeer")
dibin 366 rojan.
Diyarkirina salên Zerdeştî
Her çend di derbarê dema jidayikbûna Aşû Zerdeşt û dema
eşkerebûna ola wî de gelek bîr û rayên cihê hebin jî, lê di
qonaxên cuda yên dîrokê de, çend salnameyên Zerdeştî yên bi navê
Ahûrayî, Mîtrayî û salnameya Zerdeştî bi nimreên cuda li
gor destpêkê hene hatiye tomarkirin. Hozeya olî ya Zerdeştiyên
Kurdistanê li Swêdê serî li çavkaniyên Zerdeştî didin ku ji me
re dibêjin ku Aşû Zerdeşt di serdema Qral Kuştasp de jiyaye û bi
piştgiriya wî ola xwe belav kiriye, bi taybet referansên di
Bundehiş de behsa wan hatinê. Her weha di Encumen a olî ya
Zerdeştî li Kalîforniyayê jî biryar daye ku sala 1737 berî
zayînê Mesîhê rast tirîn destpêkine ji bo salnameya Zerdeştî.
Şiroveya / Salnameya kurdî li Wîkîpediya
Adar:
Kurtkirina "Avdar"ê ye[çavkanî hewce ye]. Ji xwe hinek herêm
Avdarê bikartînin. Têgiha bi av, xwedî av, têrav dide. Him jî
têgiha "av dikeve daran" dide.
Avrêl:
Ji peyvên av û rêl (daristana çiyan) hatiye himatê[çavkanî hewce
ye]. Di vê mehê de av dikeve rêlan jî. Ango rêl jî şiyar dibin.
Gulan:
Meha gulan. Li Kurdistanê di vê mehê de gul tên çinîn.
Pûşper:
Hevedudaniya ji peyva "pûş" û "per" e. Ji giyayê ne diriyê
hişkolek re "pûş" tê gotin. Di vê demê de giyayê çiyan wisa hişk
dibe her wekî bi per in, ba lê dixe û difirîne. Lewra bi navê
"Pûşper" hatiye bi nav kirin.
Tîrmeh:
Hevedudan î û ji wûşên "tîr" û "meh" pêk hatiye. Tîr naveke din
ji bo Sirius e. Tîr stêrka herî ronî de ezmanan e. Navê mehê
'tîrmeh' ji vê sterkê tê, ji ber ku di dawiya vê mehê derdikeve.
Gelawêj:
Di vê mehê de, stêrka Gelawêj xwiyadibe û cîhan hêdî hêdî ber bi
sermayê ve diçe.
Rezber:
Li Kurdistanê bi piranî tiriyên rezan di vê mehê de tên çinîn.
Ji bo çi peyva birîn tê bikaranîn û çinîn nayê xebitandin. Lewra
weşiyên (gûşiyên) tirî tên birîn. Ji ber vê yekê "Rezçin" ne
rast e. Rezber bê xweşûş rast e.
Kewçêr:
Ji çêrîna kewan hatiye hevedudanî kirin. Di vê mehê de kewên
koçber ber bi zivistanwarên xwe ve difirin û bi şev diçêrin. Li
gor wê, ev meh weha hatiye bi nav kirin.
Sermawez:
Têgiha navê wê li ser e; sermayê tîne.
Berfanbar:
Ji barîna berfê ev nav lê hatiye kirin. Di vê mehê de gelek berf
dibare, hişkî dikeve, serma zêde dibe û di serê mehê de çile
zivistanê dest pê dike.
Rêbendan:
Ev nav ji bendkirina riyan hatiye girtin. Dewra berê çara
berfavêtin û vekirina riyan tune bû. Ji ber vê yekê, gava qasek
berf dibariya, pêşî li riyan dihat girtin. Ango dibû mîna bendan
û bi hesanî riya derketinê ne dida. Ji xwe di mehên zivistanê
de, li Kurdistanê zêde barîna berfê, tundiya bager û bapêçê û
ketina şapan (aşîd) tê zanîn. Ev bûyer hemî ji sedemên
bendkirina riyan bûn.
Reşemî:
Ev nav ji meha reş hatiye himatê. Her çiqas peyva "reş" bi
têgiha peyvî ya ferhengî, rengdêra rengê reş e, lê bi biwêjkî bi
têgiha xwerû, saf, sade tê bikaranîn. Wekî, mêrê reş, jina reş,
leşkerê reş, zivistana reş û hwd...
Hefteji, wek a salnameya Gregorîan
(mîladî) ji
heft rojan pêk tê:
Çavkaniyên babetan / di Wîkîpediya de beşên Kurdî, Erebî,
Farisî, Swêdî û Îngilîzî |
||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
![]() |